BÎTLÎS
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç beriya hilbijartina ku dê roja yekşemê bê kirin, li Guroymakê (Norşîn) beşdarî mitînga ku Serokatiya Navçeyê ya Guroymakê (Norşîn) ya ku partiya wî li dar xist bû û li vir axivî.
Arinç Komxebata Nûçegihaniya Kurdî ya ku AAyê li dar xist bi bîr xist û got ku AA bi 7 zimanan weşanê dike û ji van zimanan yek jî "kurdî" ye.
Arinç diyar kir ku CHP di hilbijartinên 30ê adarê de li 30 bajaran ser neket û wiha pê de çû:
"Pêkan e ku partiyeke mixalefeta sereke ev qas ser nekeve? MHP ji 40î zêdetir bajaran tuneye. Şansê van heye ku ev bibin îqtidar? Wisa tê xûyakirin ku em û BDP di serkeftinê de bi qasî hev in. Serokê giştî duh hat axivî. Ez rexne nakim. Em şidet, çek, teror û tehdîtan naparêzin. Em wek mirovan siyasetê dikin, wek mirovan. Ev gel şerê birakujiyê naxwaze, hizûr, aştî, biratî û çareseriyê dixwaze.
Arinç got ku ew li ser naveroka axaftina ku Demirtaş li Guroymakê kir nasekine, lê rewşeke eletewş heye û wiha dewam kir:
"Birêz Demirtaş li ser navê kîjan partiyê diaxive. Namzedê wan ji BDPê ye. Lêbelê li Tirkiyeyê partiyeke wiha heye? Hemû parlementerên partiyê Demirtaş û Sakik li wir hîştin û derbasî partiya HDPê bûn. Em nizanin HDP çi pêşe ye, çi dike, çima hatiye avakirin. Ez dizanim, lê ez şerm dikim ku bibêjim. Ev çi ye ji bo Xwedê. Wê sosyalîstan bigihînin hev. HDP di 30ê adarê de ket hilbijartinan. Çi bû, bi ser neket. Niha yek were li ser navê HDPê biaxive ez ê fêm bikim, lê serokê giştî yê partiyeke ku ketiye halê tabelayê tê li vir dev diavêje Serokwezîrê me û hikûmeta me û ji bo namzedê xwe reyê dixwaze. Gelê Norşînê bi aqil e. Tabelaya vê partiyê ma. Heke ku namzedê BDPê qezenc bike, wê tabelaya partiya xwe biparêze an ji Norşînê re xizmetê bike."
"Hikûmet pirsgirêkeke 100 salî çareser dike"
Arinç destnîşan kir ku ew zehf ji kurdan hez dike, ji ber ku ew ji 40 salî zêdetir e ku bi kurdan re siyasetê dike, dibe ku hin kesên herêma rojavayê bi çavekî "kurdperest" lê dinhêre.
Arinç got ku hikûmet hewl dide ku pirsgirêka 100 salî çareser bike. Ev jî pirsgirêka kurdan û qedandina terorê ne. Arinç diyar kir ku CHP û MHP jî li dijî çareserkirinê vê pirsgirêkê ye û wiha dewam kir:
"Mirovên ku di vê mijarê de li dijî me ne, li dijî aştiyê ne jî û hewl didin ku pêvajoya çareseriyê têk biçe. Em tena serê xwe man. Pêvajoya çareseriyê dê dewam bike. Biratiyê çêbibe. Pêvçûn dê biqede. Em ê çekan ji holê rakin. Ewlad dê bigihîjin dê û bavên xwe û li Tirkiyeyê dê êdî siyaset hebe. Ji bo ku teror biqede em ketin binê barekî. Divê em di binê vî barî de nemînin. Welatiyên me pişta pêvajoyê dikin û destekê didin."