Li Sariqamişa navçeya Qersê cotkarekî li erdê xwe yê hezar û 200 mêtro bilindahiya wê heye zebeşê oraganîk danî û dest bi qandêla wan kir.
Cotkar Salih Alkanê ku ji gundê Kalebaşiya li qeraxa Çemê Erez dijî, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got zebeşên xwe yên ku meha nîsanê danîne û niha dest bi qandêla wan kir.
Alkan got ku zebeşê wî yên organîk eleqeyeke mezin dibînin û kîloya zebeşan bi lireyekî difroşe.
Alkan destnîşan kir ku ew 15 sal e fêkî û zerzewatên organîk diçîne û wiha dewam kir:
"Tama vî zebeşî di tu zebeşên din de nîne. Tenê gundî zebeşên min nakirin. Kesên ku ji Qers, Erzirom û Îdirê tên jî dikirin û bê zebeş venagerin. Ez van zebeşan bê derman û bê gubre diçînim. Ez li hêviyê me ku heta dawiya îlonê 40 an jî 50 ton zebeş qandêl bikim."