WASHINGTON
Serokwezîrê Iraqê Malîkî li Washingtonê pêwendiyên xwe didomîne. Malîkî bi Alîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden re jî hevdîtinek pêk anî.
Di daxuyaniya Qesra Spî de hat diyarkirin ku hevdîtina Bîden û Malîkî li Qesra Spî 2 saetan berdewam kir.
Li gor daxuyaniyê di hevdîtinê de Bîden û Malîkî li ser Iraqeke federal û demokratîk û di navbera Iraq û DYAyê de jî ji bo gavên şirîkayîke xurt û biqewet axivîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Serokwezîr Malîkî qala hin tiştên ku ji tekoşina me ya hevpar ya li dijî komên terorîst hînbûye kir û li ser xebatên xwe yên ji bo ewlehiya Iraqê sekinî. Her du rêber ji bo pêşveçûna stratejiya Iraqê li ser hevkariya DYAyê axivîn. Alîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden bal kişand bawer dike ku Iraq dê li dijî El Qaîdeyê serkeftî bibe."