Serokwezîr Ahmet Davutoglu der barê tezkereya Iraqê de daxuyanî da. Davutoglu piştî civîna agahdarkirinê ya li Wezareta Tenduristiyê bersiva pirsên rojnamevanan da û got ku Tezkere mijareke nû nîne, mijareke wisa ye ku ji 2007an heta niha dubare dike.
Davutoglu got ku "Tabî tabloya li Iraqê guherî, ji ber wê yekê niha hem dê tehdîda terorê ya wir a li ser Tirkiyeyê jî di bikeve naverokê, lê ji aliyê din ve jî li gor guherîna sazîbûna tehdîda li Iraqê dê guherînên ku hêzên me yên çekdar hewce ye, bên kirin."
Davutoglu bal kişand ku ji bo Sûriyeyê jî tezkereya ku 2012ande derket hat nûkirin û wiha axivî: "Di vê peywendê de ji ber ku faktora tehdîd û rîskê guherî, siberoj ji bo hewceyiyên hêzên me yên çekdar pêngava verastkirinên ewlehiyê bê avêtin, dê naveroka wê wisa be ku car din hewceyê biryarê neke."
Davutoglu bi bîr xist ku di vê çarçoveyê de duh civîneke ewlehiyê hat kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em hem li ser geşedanên di çarçoveya operasyonên li ser DÎŞIyê sekinîn. Operasyonên li ser DÎŞIyê û rîska ewlehiyê di qismê me de ye. Em hem jî li ser mijara penaberan sekinîn. Vê carê penaberên ku ji Sûriyeyê hatin zehfî kurdên ku ji Kobanêyê hatin in. Em hem jî li ser pêngavên ku dê ji niha pê ve bên avêtin û mijara tezkereyê jî sekinîn. Tezkere di 2yê cotmehê de piştî vebûna parlementoyê muxtemelen wek du tezkere, ji ber ku rîsk cuda ne, dîsa dibe ku wek du tezkereyan be. Lê heta wê demê heke guherînek çêbe tabî dibe ku em verastkirineke nû bikin, dê pêşkêşî Parlementoya me bikin. Em hêvîdar in ku geşedanên ku Tirkiye û ewlehiya Tirkiyeyê bixin xetereyê zêde nebin. Em hêvîdar in ku em mecbûr nemînin ku van tezkereyan bi kar bînin. Lê heke hewce bike ku li hember rîskên bêîstikrariya herêmê û ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê tevdîr bên girtin, bila her kes bizane ku em di vê mijarê de nakevin di nav tu dudiliyan."