WASHINGTON
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (RQÇK) teyît kiribû ku li Suriyeyê tesîsên çêkirina çekên kîmyewî û wesaîtên wê hatine îmhakirin. Piştre Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry pesnê RQÇKê da û wiha axivî: "Gelek kesan bawer nedikir ku ev tişt dê bibin. Divê ev diyalog û muzakere bidomin."
Kerry di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku mufetîşên navneteweyî bi awayekî lezgîn xebitîn û wiha axivî: "Divê em êdî ji bo tunekirina çekên kîmyewî bixebitin. Gelek kesan bawer nedikir ku ev tişt dê bibin, ev pêşketineke mezin e. Divê ev pêşketin bidome. Çawa ku mufetîşên çekan çûn û karên xwe anîn cîh, dive ji bo wezîfedarên alîkarîyê jî rêyek were dîtin, da ku bikarin herin Sûriyê û alîkariyê bigihînine kesên hewcedar."