ANKARA
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Sefîn Dîzaî der barê pêwendiyên Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî yên li Tirkiyeyê de wiha got: "Dê di demeke nêz de xeta petrolê têkeve rewacê. Em dixwazin dewlemendiya petrolê ya herêmê di ser Tirkiyeyê ra îxrac bikin. Her du aliyan jî jixwe li ser vê mijarê li hev kirine."
Dîzaî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Serokwezîr Barzanî bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû re civînên dostane û ji dil pêk anine û bal kişand ku civîn û hevdîtinên bi vî rengî feyde dide.
Dîzaî bi bîr xist ku Barzanî îsal cara sêyem e ku tê Tirkiyeyê û ev hevdîtina dawî jî li ser vexwendina Serokwezîr Erdogan pêk hatiye. Dîzaî wiha got: "Di civînê de mijarên girîng hatin rojevê. Him têkiliyên di navbera her du dewletan de û him jî mijara petrolê hat axaftin. Di heman demê de der barê şert û mercên Sûriyeyê, Iraqê û Rojhilata Navîn de axivîn û fikra her du dewletan hat nirxandin. Fikr û ramanên hev bi hev re parve kirin."
Dîzaî got ku "Her du dewletan jî bal kişand ku divê di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de têkiliyên taybet di hemû sektoran de, di warê enerjî, siyasî, aborî, çand û gelek aliyan de bidome" û Dîzaî diyar kir ku di warê enerjiyê de gavên girîng avêtine.
Dîzaî bal kişand ku der barê peymanên petrolê de rêveberiya Bexdayê hin bertekan nîşan dide. Dîzaî diyar kir ku peymaneke li dijî zagonan nakin û wiha axivî: "Herêma Kurdistana Iraqa Federal li gor zagonan tevdigere. Tiştê ku em dikim li gor zagonan e. Wekî ku di Makezagona Iraqê de jî hatiye diyarkirin, petrol ya gelê Iraqê ye. Heger petrol bê firotin dê xêra Iraqê jî tê de hebe. Em wisa bawer dikin. Tevî Tirkiyeyê xêr û feydeya Bexda û Erbîlê jî tê de heye. Em hêvî dikin ku di demeke nêz de firotina petrolê dest pê bike.
Dîzaî destnîşan kir ku li Sûriyeyê trajediyeke mirovahiyê û afateke mezin heye. Divê di demeke nêz de çareseriyek bê dîtin û wiha got: "Rewşa Sûriyeyê jî di van hevdîtinan de hat rojevê. Her du aliyan jî fikr û ramanên xwe yên li ser vê mijarê anîn ziman."
"Em ji têkiliyên Bexda û Enqereyê aciz nabin"
Dîzaî ragihand ku di van hevdîtinan de têkiliyên Tirkiye û Iraqê jî hatin rojevê û diyar kir ku em ji têkilî û nêzikbûna di nabera Tirkiye û Iraqê de aciz nabin û wiha peyivî: "Der barê têkiliyên Tirkiye û Iraqê de jî axivîn. Pêşî Wezîrê Karên Derve yê Iraqê û Serokê Meclisa Iraqê hatin Tirkiyeyê. Birêz Barzanî bi awayekî erênî li van têkiliyan dinêre. Ya rast jî normal e ku her du dewletên cînar di nav têkiliyan de bin. Ya ne normal ew e ku di nav têkiliyên nebaş de bin. Ji ber vê sedemê, em bi rihetî dibêjin ku em ji van têkiliyan aciz nabin."
Dîzaî ziyareta Wezîrê Karên Derve Davûtoglû ya ku dê biçe Bexdayê û ziyareta Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malîkî ya ku dê bê Enqereyê jî nirxand û wiha got: "Em bi awayekî erênî li van hevdîtin û ziyaretan dinêrin. Çimkî nayê wê wateyê ku têkiliyên Tirkiye û Iraqê dê zirarê bide têkiliyên Tirkiye û Erbîlê. Tiştekî wiha tuneye. Dê têkiliyên bi Erbîlê re bidomin. Têkilî ji dil in û dostane ne. Berjewendiyên her du aliyan jî li ser mijarên siyasî, aborî û enerjiyê hene. Em hêvî dikin ku têkiliyên bi Erbilê re baştir bibe."