BEYRUT
Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyê ragîhand ku li Sûriyê ji18ê adara 2011an heta 30ê cotmeha 2013an 133 hezar û 43 kes mirin.
Rêxistina ku navendê wê li Londrayê ye di daxuyanî ya xwe ya nivîskî de, der heqê kesên mirin de agahî da.
Rêxistinê aşkere kir ku hejmara kesen sivîl yên ku di şer de mirin 61 hezar û 67 e û ji van 6 hezar û 365 zarok in, 4 hezar û 269 jî jin in.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji komên muxalîf 18 hezar û 122, ji leşkerên rejîmê jî 2 hezar û 202, ji hêzên girêdayî rejîmê 29 hezar û 954, ji rêxistina "Şebbîhayê" 18 hezar û 678, ji leşkerên Hîzbullahê 248 û ji kesên nasnemeyên wan ne diyar jî 2 hezar û 772 kes mirîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 10 hezar mehkum di girtigehên rejîma Esed de ne û di destê muxalîfan de jî 3 hezar êsîrên girêdayî Esed hene.