PEKÎN
Li Çînê 10 sal berê ji ber vîrusa SARSê 774 kes miribûn. Hat ragihandin ku sedema vê vîrusê cureyekî şevşevokan e.
Li gorî xeberên çapemeniya neteweyî, Saziya lêkolîna zanistî CSIRO ku navenda wê li Avusturalyayê ye piştrast kir ku sedema vê vîrusê şevşevok in.
Lêkolîneran tespit kir ku pîsiya cureyekî şevşevokan û ev vîrus dişibe hev. Zanyaran diyar kir ku bi salan e guman dikirin ku sedema vê vîrusê şevşevok in. Bi taybetî jî ev 8 sal in li ser sedema vîrusa SARSê lêkolînê dikin.
Lêkolîner ji bo nîşan bidin ku sedema vîrusa coronaya ku dişibe SARSê şevşevok in û der heqê vê de gelek analîz kirin.