14 Gulan 2017•Rojanekirin: 17 Gulan 2017
BITLÎS
Ji 24 welatan 108 zanyar beşdarî Kongreya Navneteweyî ya Nêrîna Stratejîk a li ser Alema Îslamê bûn û li deverên dîrokî û tûrîstîk ên li navçeya Xelatê geriyan.
108 zanyarên ji Iraq, Misir, Mexrib, Ukrayna, Tûnis, Lîbya, Cezayir, Sûriye, Spanya, Uman, Urdin, Yemen, Kazakistan, Çîn, Komara Tirkî a Qibrîsa Bakur, Filistîn, Îran, Federasyona Rûsyayê, Kirgizistan, Efxanistan, Hindistan, Azerbaycan, Bulgaristan û Ozbekistanê yên ku beşdarî Kongreya Navneteweyî ya Nêrîna Stratejîk a li ser Alema Îslamê ya ku li Wanê hat lidarxistin bûn, navçeya Xelatê ya Bitlîsê jî ziyaret kirin.
Li navçeyê heyetê Goristana Selçûqiyan a Xelatê û herwiha Kumbeta Emîr Bayindir ziyaret kirin.
Serokê Lijneya Sazkirina Kongreyê Prof. Dr. Huseyin Karadag di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da destnîşan kir ku ji 24 welatan zanyar beşdarî kongreya wan a navneteweyî bûn.
Karadag bal kişand ku şandeyê xwest seredana berhemên dîrokî yên li herêmê bike û wiha xeberda, "Me xwest em, bedewiyên siruştî û dîrokî û herwiha nirxên şaristaniyê yên li dewrûbera Gola Wanê nîşanî beşdarvanên xwe yên kongreyê bikin. Di vê çarçoveyê da em hatin Xelatê."
Serokê Navenda Çanda Cihana Tirkên Çûvaşistanê Îlya Îvanov jî diyar kir ku di van salên dawîn da Wan û dewrûbera wê gelekî bi pêş da çûye û herwiha ji hêla berhemên dîrokî herêm pir girîng e.