ANKARA
Gulten Kayayê xelata ku di beşa muzîkê de dan Ahmet Kaya wergirt û di merasimê de bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: "Ez dixwazim bila bê fehmkirin ku li vir ez ê hevokên mirovekî hunermend ê ku gotinên wî hatin qedexekirin û dilê wî hat şikandin bînim ziman ku ev meseleyeke wijdanî ye."
Gulten Kayayê ji bo demên ku Ahmet Kaya li Parîsê borandibûn got ku "demên sirgûniya fiîlî" bûn û da zanîn ku Ahmet Kaya di wê heyamê de ji bo ku dengê xwe bigihîne welatê xwe wiha digot: "Ez li hemberî hemû dîn, çand û zimanên cîhanê rêzê digirim û li cihekî wisa me ku xwe wek welatiyê cîhanê dibînim û ez xwe aidê tu derê nabînim. Lê heke ez xwe bi nasnameyekê bidim nasîn, ez welatiyekî Tirkiyeyê me ku eslê min kurd e. Huner wisa azad e ku tu zordariyan qebûl nake û li ser hemû partî, rêxistinan e. Her û her li beriya xwe dinihêre. Bi taybetî jî hunera muxalif. Ez kesekî wisa ruh azad im ku dikarim hemû pergalên ku ji min sedaqatê dixwazin red bikim. Ez dixwazim ku ev welat hemû encamên dîroka nêz û dûr ên xirabker paqij bike û ev yek di her tiştê jiyanê de cih bigire. Li ku dera cîhanê dibe bila bibe, heta ku çand û hebûna hemû gelên ku tune tên hesibandin neyê qebûlkirin, ez ê têkoşîna xwe berdewam bikim. Armanca min ew e aloziya ku mirovahî ketiyê, di salên 2000î de bigihêje asteke wisa ku li gorî jiyana mirovan be. Neleta min li ser wan kesan e ku sûcên mirovahiyê dikin, jiyanan dabeş dikin, nirxan binpê dikin, mirovan aciz dikin û janê didin wan e. Dîroka hiqûqê ew kesên ku min darizandin û ceza dan min dê ji bîr neke. Ez vê yekê dizanim û bi edaleta jînê bawer dikim. Ez di şêmîga heyameke nû de dixwazim ku di serî de gelê kurd hemû gelên cîhanê bila berê xwe bidin çiyayan û bigirîn. Gelo hûn min fehm dikin?"
- "Civak zû pêş nakevin"
Kayayê got ku wisa difikirim di rewşa îroyîn de kesekî ku nikare van gotinan fehm bike tuneye û bi bîr xist ku malxweyê wê tenê 13-14 sal beriya niha ev gotin got.
Kayayê got ku hebûna wê ya li vê merasimê tê wateya nûnertiyekê û wiha axivî: "Dema ew di nav me de bû, em ji gotinên wî yên ku di dema girtina xelata dawîn a ku girtibû de fehm dikin ku wî jî nûnertiyek dikir. Bi gotina "mafên mirovan" dest bi axaftina xwe kiribû û bi gotina "mafên Tirkiyeyê" axaftina xwe qedandibû. Ya ku dikeve li ser milên min jî ew e ku li ser navê nirxên ku bi wî stranan dan nivîsandin û bandor li ser wî kirin, vê xelatê bistînim. Heke em bi vê xelatê gaveke din nêzî wê cîhanê bibin ku wî xeyal dikir û dixwest ku biguherîne, ez ji vê yekê li ser navê malxweyê xwe serbilind dibim. Ez dixwazim ku ev xelat baweriya me ya ku stranên di dilê me de jiyanê xweş dikin, xurt bike û me nêzî demokrasiyê bike. Helbet em xeyalên xwe û baweriyên xwe yên guherîna cîhanê bi qasî yên zarokên me yên li park û çiyayan pak û nû dihêlin."
Rojnamevanekî got ku "em dikarin ji bo vê xelatê bibêjin xelata derengmayî, di axaftina we de hinekî jî gazin hebû?" Kayayê wiha got: "Mixabin civak zû pêş nakevin." Li ser pirsa "ku piştî bûyerên Parka Geziyê bertek nîşanî hin hunermendan dan?" Kayayê li ser vê jî wiha got: "Min di metna axaftina xwe de got ku zarokên li parkan û li çiyê. Heke hûn vê wek bingeh bigirin..."
Di merasimê de kurtefîlmeke li ser jiyana Ahmet Kaya hat nîşandan.