Önder Beyter
14 Adar 2018•Rojanekirin: 15 Adar 2018
LONDRA
Fîzîknasê îngiliz Stephen Hawking ku li tevahiya dinyayê navdar e, di 76 saliya xwe da wefat kir.
Di daxuyaniya malbata wî da hat ragihandin ku Hawking li mala xwe ya li Cambridgeê îro ber destê sibê mir.
Hawking par di hevpeyvîna xwe ya ligel saziya weşanê ya qamûyê ya Îngiliz BBCyê da diyar kiribû ku wî qet texmîn nekiribû ku wê 75 salan emir bike û herwiha gotibû ku ew xwe bi siûd dibîne ku heta vê saetê agahî û zanyariyên xwe bi civakê ra parve dike.
Hawking di hevpeyvînê da destnîşan kiribû ku di 21 saliya xwe da teşxîsa nexweşiya motor-noronê dane ser û jê ra gotin ku tu yê di nava du an jî sê salan da bimirî. Hawking herwiha bal kişandibû ku di vê temenê xwe yê salxurde da hê jî dixebite û gotarên zanistî dinivîse.

- Stephen Hawking
Fîzîknasê îngiliz Stephen Hawking ku li tevahiya dinyayê navdar e, bi xebatên xwe yên berfireh ên li ser fîzîka kuantumê û çalên reş va dihat naskirin.
Hawking hema hema tu dereke bedena xwe nikaribû biemilanda û herwiha bi tenê bi kejiyê sûretekî xwe va komût dida pergala computerê ya ku taybet seba wî hatibû çêkirin û bi vî awayî rojê bi 2 hezar û 500 peyvî va peywendî datanî û xebatên xwe yên zanistî didomand.
Lêkolînên Hawking bo 40î zêdetir zimanî hatin wergerandin û dîsa li derdorên zanistê Hawking wekî zanyarê herî mezin ê li dû Albert Einstein tê naskirin.
Jiyana Hawking bûbû mijara fîlma "Teoriya Her Tiştî" ya ku di 2015an da ketibû vîzyonê.