ANKARA
Xurekên wek masiyên somon û gûz yên ji hêla omega 3 ve dewlemend in, mirovan ji pençeşêra dev û çermî diparêzin.
Zanyarên zanîngeha Londonê, asîdên rûnê omega 3 tevil çavikên nexweşînê kirin. Di dawiyê de zanyaran dît ku ev asîd nahêle çavikên biêş mezin bibin û zirarê bidin hucreyên saxlem.
Zanyaran dan zanîn ku omega 3 di tedawî û bergirtina nexweşînên pençeşêra dev û çermî de mirov dikare bi kar bîne. Her wiha mirovên di bin rîska nexweşînan de bin jî divê xwarina omega 3 zêdetir bikin.
Zanyaran encamên lêkolînan di kovara "Carcinogenesis" de weşandin.