ÎZMIR
Li Îngilîstanê du zanîngehan bi hev re lêkolîn kirin. Li gor lêkolînê, mirov berî karekî pêwîst, heke avê vexwe mêjî hê zûtir dixebite.
Xebata ku zanyarên zanîngehên Rojhilata Londra û Westminsterê, li ser dildarên ku başdarî testê bûn bi navber du testên cuda sepandin. Di testa yekem de gofretek û qasî ku dixwazin av dan dildarên beşdarî testê bûn û dawiyê ji wan xwestin testên hiş temam bikin. Di testa duyem de tenê gofret xwarin û pirsên testên hiş bersivandin.
Dr. Caroline Edmonds di encama lêkolînê de da zanîn ku, mêjiyê mirovan piştî vexwarinê bersivandina pirsan hê zûtir xebitiye. Bi taybetî berî karekî pêwîst vexwarina avê reaksîyona mêjî ji sedî 14 zûtir dike.
Di encama lêkolînan de diyar bû ku av bi tenê reaksiyona mêjî zûtir nake, li ser hafiza bêjeyan, hafıza dîtbarî û der barê fonksîyonên fêrbûnê de jî bandoreke erênî dike.