Gola Kirkatê ser ra avêt
Li Kercewsa navçeya Batmanê Gola Kirkatê ji ber barana zêde ser ra avêt
Batman
Li Kercewsa navçeya Batmanê Gola Kirkatê ji ber barana zêde ser ra avêt.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Kercewsê Metin Kaplan got ev gol di sala 1985an da ji ber avdayîna erd û zeviyan hatiye çêkirin.
Kaplan anî ziman di sala 2019an da ava wê ancax heta ji sedî 30 tije bûbû ji ber ku ava wê pir kêm bûbû ji bo avdayîna heywanan jî têrê nedikir.
Kaplan got îsal ji ber ku baran zêde barî ava golê zêde bû û ser ra avêt.