ŞANLIURFA
Yekîtiya Demokratên Sûriyeyê li Şanliûrfayê civînek li dar xist û di civînê de biryara li Sûriyeyê "yek dewlet" hat dayîn.
Mêvan li ser navê Komeleya Piştevanî û Piştgiriya Ereban hatin û ji herêma Hasekî ya Sûriyeyê gelek serokên kurd û ereb û sunnî û şiî beşdarî civînê bûn û civîn bi dawî bû.
Serokê Komeleyê Şukru Kirboga danezana encama civînê bi çapemeniyê re parve kir û diyar kir ku di civîna ku du roj dewam kir de Yekîtiyê helwesteke demokratîk nîşan daye.
Kirboga destnîşan kir ku dixwazin ji neyîniyên ku li Sûriyeyê diqewin re çareserî bibînin. Kirboga diyar kir ku bi hemû komên li Sûriyeyê re gotûbêj û nîqaş hatine kirin û di civînê de pêşniyara azadî û edaletê hatiye kirin û wiha peyivî: "Li Sûriyeyê li ser biryara yek dewletê îtifaq çêbû. Ji ber vê sedemê jî divê rê nedin nijadperestiyê. Li ser mijarên rojane yên ku welatiyan eleqedar dike hemû kom û muxalîf hatin cem hev û ji bo avakirina îradeyeke sivîl diyalog wek şertekê qebûl kirin."