WASHINGTON
Hevserokê Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) Demirtaş diyar kir, ji bo ku pêvajoya çareseriyê bi berfirehî bidome divê têkiliya Abdullah Ocalan bi derve re çêbibe. Wekî din jî divê li Tirkiyeyê înîsiyatîfeke sivîl wekî çavdêr tevlî pêvajoyê bibe û hikûmet jî bi bernameyekê bê ser maseyê.
Demirtaş ji bo pêwendiyan çû DYAyê û li nûnertiya BDPê ya li Washîngtonê daxuyanî da çapemeniyê.
Demirtaş der barê pêwendiyên xwe de agahî da û diyar kir ku bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê DYAyê re hevdîtin pêk aniye. Demirtaş destnîşan kir ku hevdîtin qederê 45 deqîqeyan dewam kiriye û di vê hevdîtinê de li ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê, bûyerên ku li Sûriyeyê û Rojavayê diqewimin fikr û ramanên BDPyê diyar kiriye û bi Kongreya DYAyê re jî tu pêwendî pêk neanîne.
Demirtaş got ku pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê ji hêla hemû dinyayê ve ji nêz ve tê şopandin û DYA jî pêvajoyê ji nêz ve dişopîne.
Demirtaş diyar kir ku pêvajoya çareseriyê xitimiye û ji bo ku pêvajoya hevdîtinan bi berfirehî dest pê bike divê sê mekanîzma bên bikaranîn û wiha peyivî: "Ji van mekanîzmayan yek jî ew e ku divê ku têkiliya Abdullah Ocalan bi derve re çêbibe. Ya duyem jî divê înîsiyatîfeke sivîl wekî çavdêr tevlî pêvajoyê bibe. Ya sêyem jî divê hikûmet bi bernameyeke ku sernavên wê diyar in were ser maseyê. Heger ev pêk werin ez bawer im pêvajô naxitime û dê bidome."
Demirtaş wiha dewam kir: "Bi taybetî divê endamên çapemeniyê, parêzer, malbata Ocalan, lijneya BDPyê û hin lijneyên siyasî jî bikaribin biçin giravê û di vî warî de rê bê vekirin. Li gor girtiyên din ên li Tirkiyeyê, Abdullah Ocalan nikare bi derve re têkilî û pêwendî dayne."
Demirtaş îdia kir ku divê komîsyonên wekî komîsyonên mirovên aqilmend bi navê komîsyona çavdêriyê tevlî pêvajoyê bibin û wiha axivî: "Mijara ku em niha nîqaş dikin ew e ku divê li Tirkiyeyê komîsyonên wekî komîsyonên mirovên aqilmend bi navê komîsyona çavdêriyê tevlî pêvajoyê bibin. Di vê merhaleyê de lijneyeke sivîl tevlî pêvajoyê bibe dê roleke mezin bilîze. Lê di merhaleyên din de, bi taybetî jî di mehaleya bêçekkirinê de meriv dikare niqaş bike ku mekanîzmayên navneteweyî û dewletên sêyemîn tevlî pêvajoyê bibin. Îro tiştê ku em nîqaş dikin ji nav Tirkiyeyê çavdêriyeke sivîl e."
Demirtaş diyar kir ku dema pirsgirêka kurd dibe mijara nîqaşê tim pirsa "Em ê perçe bibin" tê rojevê, lê meriv dikare bêyî ku sînorên nû xêz bike jî pirsgirêkê çareser bike û wiha got: "Li Tirkiyeyê daxwaza Kurdan ji bo perçebûnê tuneye. Berevajî Kurdistan bûye çar perçe, divê êdî sînorên ku Kurdistan kir çar perçê bê wate bibin. Divê modelên li Yekîtiya Ewropayê werin nîqaşkirin. Mebesta me ya ku em sînorên nû xêz bikin û bi vî awayî pirsgirêka kurd çareser bikin tuneye."
Demirtaş destnîşan kir ku gavên ku AK Partî di vê pêvajoyê de davêje têr nake, hikûmet pêvajoyê bi xapandinê dimeşîne û serê me girêdide.
Demirtaş got ku "Eger hikûmet gavên berbiçav neavêje dê pêvajo biqede, lê divê meriv dîsa jî bê hêvî nebe" û wiha peyivî: "Muzakare helbet heta dawiyê dewam nake. Pêvajoya maqûl heye û ev jî li gor şert û mercên herêmê derdikevin holê. Di şert û mercên herêma me de jixwe mirov nikare pêvajoyê dirêj bike. Çimkî li Iraq û Sûriyeyê tiştên nû diqewimin. Divê zêde neyê dirêjkirin lê em dizanin ku ev pirsgirêka sedsalî di demeke kurt de jî çareser nabe."