WASHINGTON
Rayedarên giregir yên DYAyê ziyareta Malikî nirxand û dan zanîn ku Iraqê ji wan sîstemên çekan xwestiye.
Rayedaran diyar kir ku ew bixwe bi iraqiyan re dixebitin û piştgiriyê didin vê daxwaza wan û destnîşan kir ku Iraq di têkoşîna xwe ya bi rêxistina terorî El Qaîdeyê re de, nikare ku baş li hedefan xwe bixe. Rayedaran got ku ji bo ku ser bikevin û kapasîteya xwe pêş bixin, em dixwazin piştgiriyê bidin wan.
Rayedaran diyar kir ku di kongreyê de li ser vê mijarê axivîn û dan zanîn ku hin pêşketin hatin bidestxistin. Lê belê rayedaran destnîşan kir sedemê paşdekişandina piştgiriya Kongreyê girêdayî Malikî û lijneya wî ye.
Rayedaran da zanîn ku serdana Malikî ne tenê ji bo daxwazên Iraqê yên ji bo çek û ekîpmanê ye, bi giştî bi nêrîna stratejîk re eleqedar e.
"Kongreyê bertekeke tûj da Malikî"
Lê bêlê Senator John McCaîn jî di nav de 6 senatoran ji Serokê DYAyê Barack Obama re nameyek şandin û dibêjin ku hikûmeta Malikî li Iraqê pevçûnên mezhebî xurt dike.
Di nameyê de gelekî gotinên tûj yên wek biserneketina hikûmeta Malikî ya di birêvebiriyê de, dibe sedem ku gelek sunniyên iraqî bikevin nav El-Qaîdeyê û şîdet zêde bibe. Senatoran di nameyê de destnîşan kir ku ev rewş bi şert û mercên ku 10 sal berê Iraq xiste nav şer re wek hev in. Ji ber vê yekê ditirsin ku li Iraqê heman bûyer dîsa biqewimin. Senatoran bangî Malikî kirin da ku birêvebiriyeke ku her hêlê di nav xwe de dihewîne bişopîne û bi kurd û sunniyên Iraqê re bixebite.
Malikî jî di serdana xwe ya Washingtonê de digel Arîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden li kongreyê jî têkilî danî. Malikî bi McCaîn, Parlementoya Nûneran û hin endamên Komîteya Karên Derve yê Senatoyê re hevdîtin kir û hat ragihandin ku ev hevdîtin hinekî zehmet derbas bûn.
Senator Bob Corker da zanîn ku serdena Malikî bi qasî serdanên lîderên navneteweyî yên din baş derbas nebû û got ku fikarên me yên ji bo bûyerên li Iraqê diqewimin, dilê me rehet nekir. Ez nikarim bibêjim ku civîneke baş bû.
Endamê Kongreyê Elîot Engel jî got ku di civîna Malikî ya bi wî û Ed Royce re de li ser gelek mijaran sekinîn û civîn bi awayekî dostane pêk hat.