Heyeta HDPê ya ku çû Qendîlê daxuyanî da û wiha got: "Rayedarên KCKê gotin ku Pêşnûmaya Çareseriya Demokratîk û Mizakereyê bi biryardarî hatiye qebûlkirin, di çarçoveya vê pêşnûmayê de ji bo ku çareserî çêbibe, ew wek rêxistin amade ne ku hemû peywir û berpirsiyariyên xwe bînin cih."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 29ê çiriya paşîna 2014an de li Girava Îmraliyê civîn hat kirin û di wê civînê de "Pêşnûmaya Çareseriya Demokratîk û Mizakereyê" bi heyetê re hat parvekirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Abdullah Ocalan di vê civînê de got: "Piştî ku Pêşnûmaya Çareseriya Demokratîk û Mizakereyê bi dewlet, Hikûmet û rayedarên KCKê re hat parvekirin û li ser hevdîtin hatin kirin, bi wan bersivan ve werin Girava Îmraliyê" û di vê çarçoveyê de heyetê 2 caran bi rayedarên dewlet û hikûmetê re hevdîtin kir, di hevdîtinan de encamên wiha derketin: "Li aliyê dewlet û hikûmetê îstişare didomin, piştî van îstişareyan wê bersîv bên dayîn."
Li gor daxuyaniyê heyetê di 9ê çileya pêşîn a 2014an de li Qendîlê 6 saetan bi rayedarên KCKê re hevdîtin kir û hemû nûnerên KCKê yên ku biryarê didin beşdarî hevdîtinê bûn.
Li gor daxuyaniyê hemû yeke û endaman civîn kirin û li ser Pêşnûmaya Çareseriya Demokratîk û Mizakereyê sekinîn û wiha hat gotin:
"Rayedarên KCKê gotin ku Pêşnûmaya Çareseriya Demokratîk û Mizakereyê bi biryardarî hatiye qebûlkirin, di çarçoveya vê pêşnûmayê de ji bo ku çareserî çêbibe, ew wek rêxistin amade ne ku hemû peywir û berpirsiyariyên xwe bînin cih. Her wiha gotin ku ew vê pêşnûmayê ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan, ji bo paşeroja demokratîk ya Tirkiye û Rojhilata Navîn wek manîfestoyekê dibînin û divê ev pêşnûma demildest bikeve rewacê. Ev pêşnûmaya ku wan pejirand, dixwazin ku dewleta Tirkiyeyê û Hikûmeta AKPê jî bipejirîne, divê bersîva rayedarên dewlet û hikûmetê di demeke kurt de bê dayîn û ji gelên me û raya giştî re bê parvekirin.
Hikûmeta AKPê ji bo pêvajoyê heta niha xwe xapand, giran tevgeriya û ji bo hilbijartinê hin hesab kirin û divê van hesaban dayne alîkî û ji bo paşeroja demokratîk ya gelên me û herêma me û ji bo aştiya mayînde, divê pêşniyazên pêşnûmayê demildest bixe rewacê."
Li gor daxuyaniyê rayedarên KCKê wek rêxistin, pêşniyaz û nexşerêya Ocalan esas digrin û li gor wî tevdigerin. Her wiha KCK wê der heqê van hemû mijaran de daxuyaniyê bide û divê Heyeta Çavdêr demildest dest bi xebatê bike.
Li gor daxuyaniyê rayedarên KCKê gotin ku binçavkirin û girtin, her wiha "pakêta ewlehiya navxweyî" wan dixe nav fikaran û wiha hat gotin: "Seranserê sînoran di serî de, her çend zivistan be jî li hemû herêmê çêkirina bendavên ewlehiyê, HES, qereqol û kalekolan didomin. Ev yek agirbestê îhlal dike û divê ev çêkirina van bisekinin. Ji bo aştiya mayînde divê polîtîkayên baş bên çêkirin ku ev polîtîka piştgiriyê bidin "agirbesta tehkîmkirî."
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku ji heyetê re behsa geşedanên herêmê hat kirin û ev geşedan ji her alî ve tên nîqaşkirin û hindik maye ku li Kobanê serkeftin çêbibe.