HEWLÊR
Hat ragihandin ku Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder, Cîgirserokên Komê Pervîn Buldan digel Îdrîs Balûken ji bo bi erkdarê KCKyê re hevdîtin bikin çûn Qendîlê.
Nûnerê Hewlêrê yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Abît Îke daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku îro serê sibê bi rêbejayê Onder, Buldan digel Balûken hatin herêmê û ji vir çûn Qendîlê.
Îke got ku lijneyê li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye û dê bi erkdarên KCKê re bên bal hev û wiha dewam kir: "Rast e, lijne hat herêmê û ji vir çû Qendîlê. Lê em hûrgiliyan nizanin."
Di 26ê nîsanê de lijneyê li Girtîgeha Îmraliyê bi ocalan re hevdîtin kiribû. Tê texmînkirin ku dê lijne li ser asta pêvajoya çareseriyê bi rêvebirên KCKyê re hevdîtinê bike û dê li ser peyamên ku Ocalan şandiye fikr û ramanên xwe bi hev du re parve bikin.