SARAYBOSNA
Li Bosna Hersekê bobelata lehiyê ya herî mezin a salên dawîn qewimî.
Hat ragihandin ku heta niha di lehiyê de 19 kes mirin e, li Bosna Hersekê li Komara Sirp a Bosnayê hejmara miriyan ji 12an derket 15an. Li bajarê Sanskî Mostayê jî 4 kes di lehiyê de miribûn. Bi tevahî heta niha 19 kes mirin.
-Tîma AAyê lehiyên li Bosna Hersekê ji hewayê kişand
Tîma AAyê bi firokeya artêşa Bosnayê lehiyên li Bosna Hersekê ji hewayê ve kişand û bû şahidê xelaskirina 60 welatiyên ku derketibûn ser banên xwe û ber bi çiyayan ve direviyan.
Bi destûra Wezareta Parastinê û Serokatiya Dewletê ya Bosna Hersekê kameraman û nûçegihanê wêneyan ên AAyê li firokeyê siwar bûn.
Firokeya ku tîma AAyê tê de bû, piştî 3 saetan 60 welatiyan xelas kir û ew anîn navenda qeyranê. Ji ber tengasiya cih, pêşiyê cih dan jin û zarokan.