ERBÎL
Serokwezîr Recep Tayyîp Edogan û Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Nêçîrvan Barzanî di saet 13.30ê de li Stenbolê dê hevdîtinê bikin.
Nêçîrvan Barzanî îro li Îstanbûlê ye.
Berdevkê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Sefîn Dîzayî jî ji nûçegîhanê AAyê re serdana Nêçîrvan Barzanî ku dê bi awayekî fermî bike nirxand.
Dîzayî ji bo hevdîtinê got: "Barzanî bi Erdogan re bi taybetî dê li ser mijara vejenê biaxive. Rûdanên ku li herêmê diqewimin û rewşa penaberên Sûriyê jî dê di rojeva her du serokwezîran de be. Em hêvî dikin ku têkiliyên di navbera Tirkiye û HKIFê de baştir bibin û pêş ve biçin."
Dîzayî der barê mijarên ku di rojevê de ne jî fikr û ramanên xwe anîn ziman û ji bo Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim ku ji deriyê sînor ê Iraqê negirtibûn hundir jî got: "Ew bûyereke siyasî ye. Dibêjin deriyê sînor hatiye girtin. Halbukî alîkariyên me didomin. Nûnertiya PYDê ya Erbîlê jî hêj vekiriye. Ez hêvî dikim ku pirsgirekên wiha careke din çênebin. Partiyên cuda, rêz û hurmetê nîşanî Zagonên Kurdistanê, partiyên wê û têkoşîna gelê wê bidin."
Dîzayî ji bo bûyerên wiha destnîşan kir ku tevgera hikûmeta wan di demên berê de jî objektîf bûye û wiha dewam kir: "Em dixwazin ku di navbera partiyên kurd ên li Sûriyê de têkiliyeke xurt hebe û du sal berê partiyên kurd ev têkilî xurt kirin û di navbera xwe de peyman îmze kirin. Lê mixabin PYDê peyman bin pê kir. Li ser vê jî ji bo ku pirsgirêka kurd li Sûriyê bê helkirin, me her piştgirî da. Em dixwazin ku li Rojavayê hemû partiyên kurd bi awayekî azad ji tu kesî netirsin û bixebitin û têkiliyên di navbera xwe de jî xurt bikin."
Li HKIFê hilbijartinên parlementoyê di 21ê îlonê de hatin kirin û ji bo ku hikûmeta nû bê avakirin xebat hê jî didomin. Dîzayî ji bo van xebatan jî got: "Dadgehê diyar kir ku encama hilbijartinê qebûl kiriye. Ji bo ku parlementoya nû bicive demeke fermî heye. Di wê demê de parlemento kom dibe û serok hildibijêre. Piştî vê jî Serok Barzanî ji bo avakirina hikumetê mehekê dide partiya yekemîn û piştî vê jî hikumet tê avakirin."
Dizayî diyar kir ku ji bo hikûmeta nû hevdîtinên wan ên bi partiyan re didome û wiha got: "Înşalah hikumeteke ku aramî û ewlehiyê bidomîne û ji bo Kurdistanê zêdetir xizmetê bike bê damezirandin."