Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan Li Kizilcahamamê di civîna kampa Nirxandin û Îstîşareyê ya 21emîn a AK Partiyê de axivî. Erdogan diyar kir ku Hz. Huseyîn kesekî pir biqîmet e û wiha got: "Qasî jiyana wî, şehadeta wî jî dersên girîng yên ku qet neyê jibîrkirin da me."
Serokwezîr Erdogan diyar kir ku Hezretî Huseyîn û malbata wî di 10ê meha Muharremê de li Kerbelayê hatin şehîd kirin û wiha axivî: "Hz. Huseyîn fêrî me kir ku li hember neheqiyê bêdengmayîn zîlet e, êsîrî ye û bêrumetî ye. Wî fêrî me kir ku ji bo doza ku wî jê bawer dikir serê xwe dayîn girîng e û ji hêla din pevçûna biratiyê birîneke kur e."
-Yêzîdê li Şamê mirinê belav dike
Erdogan diyar kir ku kesê ku êrîşî misilmanên bêsûc dike bê şik ne li cem Hz. Huseyîn, li cem Yezîd cih digre û wiha got: "Piştî Kerbelaya ku 1374 sal berê niha qewimî, îro kerbelayên nû dilê me dîêşîne."
Serokwezîr Erdogan diyar kir ku li Sûriyeyê Kerbela çêdibin û wiha got: "Yezîdê li Şamê ji hewayê û li erdê mirinê belav dike ser birayên xwe."
- Meseleya Misrê ne bi tenê meseleya birayên me yên Misirî ye
Serokwezîr Erdogan diyar kir ku meseleya Misrê ne bi tenê meseleya birayên me yên Misirî ye û wiha got: "Ev 'Îşareta Rabîayê' ne bi tenê îşareta gelê Misrê yên ku mafdarin e. Ev 'Îşareta Rabîayê' li her derê dinyayê îşareta li hember neheqiyê ye û dibêje 'bisekine'. Ev 'Îşareta Rabîayê' li her derê dinyayê îşareta li hember zilmê, zordariyê, mirinê û komkujiyan e û dibêje 'bes e'. Ev 'Îşareta Rabîayê' li her derê dinyayê îşareta li hember 'derbeyê bisekine' ye."