Serokomar Abdullah Gul ji rojnameya ingilizan Guardîanê re axivî û der barê Sûriyê de got ku ez wisa difikirim ku tu kes li qeraxa Behra Spî hebûna rewşeke wekî ya Afganîstanê xweş nabîne. Ji ber vê yekê divê di mijara Sûriyê de pozîsyoneke gelek hişk ya civaka navneteweyî hebe.
Nûçeya ku Sîmon Tîsdall amade kir, di rûpela yekemîn a rojnameyê de cî girt. Nûçeyê da zanîn ku Gul diyar kir ku "li Sûriyê hêzdarbûna komên marjînal hem ji bo welatên herêmê hem jî ji bo welatên Ewropayê gefek e û berteke navneteweyî ne li gor dilê me ye."
Hat ragihandin ku Gul performansa Konseya Ewlehiyê ya NYyê ya di mijara Sûriyê de jî rexne kir û got ku "Ew 32 mehên dawî de dikarîn nehêlin ku ji 100 hezar kesî zêdetir mirov bimrin. Gul da zanîn ku hewldanên Tirkiyeyê yên di serê qeyranê de yên ji bo navbeynkariyê bê piştgirî man. Hat ragihandin ku Gul li ser pirsa rîska derketina derveyî sînor ya şerê Sûriyê, diyar kir ku " Heke êrîş li Tirkiyeyê bikin an jî sînorên Tirkiyeyê bên îhlalkirin, hikûmet dê wek leşkerî berteka herî hişk bide."
Rojname cih da van gotinên Abdullah Gul: "Rewş ji bo niha gelekî xirab e, hêj dê çiqas xirab be jî ez nizanim. Lê ez vê jî diyar bikim, ev mijar mijareke du alî ya di navbera Tirkiye û Sûriyê de nîne. Tu pirsgirêken me bi Sûriyê re çênebûn lê kengî ku îhlalên mafên mirovan dest pê kir û gelê Sûriyê hat kuştin, ew çax ev mijar ji bo me hemûyan, ji bo civaka navneteweyî bû mijara mirovahiyê. Ji ber ku Tirkiye welatekî cînar e, bi vê mijarê re ev qas eleqedar bû û em mazûvaniya 500 hezar sûriyiyan dikin. Ji wan 200 hezar kes di kampan de dijîn, 300 hezarê wan jî li bajaran dijîn. Me heta niha ji bo wan 2 milyar dolar xerc kir, em ê hê jî xerc bikin, ji ber ku ev mijar mijareke mirovî ye lê bêdengiya civaka navneteweyî mirov xemgîn dike. Heke rewşa li Sûriyê neguhere dibe bibe sedem ku radîkalîbûn çêbe, hin komên di nava şerê navxweyî de marjînaltir bin, dabeş bibin, neyên qontrolkirin û belavî welat bibin. Ji ber ku di van şertan de mirovên ji rêzê dikarin marjînaltir bin û ev tenê ne ji bo Tirkiyeyê ji bo her kesê dibe gef. Wisa difikirim ku tu kes li qeraxa Behra Spî hebûna rewşeke wekî ya Afganîstanê xweş nabîne. Ji ber vê yekê divê di mijara Sûriyê de pozîsyoneke gelek hişk ya civaka navneteweyî hebe."
-Erdogan dostê min e
Rojnameyê di gotereke cuda de cih da gotinên Serokomar yên der barê polîtîqaya navxweyî da û li ser van gotinên Gul sekinî: "Serokwezîr Erdogan dostê min e, reqîbê min nîne."