ANKARA
Serokomar Abdullah Gul li ser dewata Qralê Erebîstana Suudî Abdullah bîn Abdulazîz ji bo ku ferzê hecêtiyê bîne cih dê di navbera 13-17ê cotmehê de here Erebîstana Suudî.
Li gor daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê Gul, dê vê ziyareta xwe de bi revebirên Suudî re were li cem hev. Gul dê der barê pêwendiyên du aliyan û hin mijarên rojevê yên heremê û navneteweyî de muzakareyan bike.