Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) hêzên rejîmê him ji hewa him jî ji bejayê ve êrîş bir li ser herêmên di destê dijberên rejîmê de ne. Di encama operasyonan de, li banliyoyên paytext Şamê 15 kes, li Helebê 12 kes, li Xûmûsê 9 kes, li Dêrayê 6 kes, li Îdlibê 5 kes, li Hamayê 4 kes, li Raqqayê 2 kes, li Deyrû'z Zorê kesek û li Sûweydayê kesek bi tevahî 55 kes mirin.
Di vê navberê de ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê ragihand ku hêzên ewlehiyê, li hemû welat operasyon li dar xistin, di operasyonan de bi dehan komên çekdar hatin berterefkirin û wesayitên wan ji hatin îmhakirin.