Mixalifên herêma Cobara Şamê xendek û tinêl kolane û di van de li hember êrîşên esmanî û bejahî yên rejimê berxwedanê didin.
Demeke dirêj e ku hêzên rejimê ji hewa û erdê ve êrîşî mixalifên Cobarê dikin. Mixalif ji bo ku herêmê teslîm nekin, berxwedanê didin.
Ji fermandarên Tûgaya Feylakurrahmanê Ebû Zeyn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku leşkerên Şamê zêdetir bi şev derbasî herêma Cobarê dibin, lê wan bi tinêl û xendekan pêşiya wan girt.
Ebû Zeyd diyar kir, Cobar ji ber ku nêzî navenda paytextê ye û ji hilê stratejiyê ve girîng e, rejim dixwaze Cobarê hilde. Zeyd got ku herêm ji ber bombebarandinê bû xirabe û îdia kir ku rejimê bi xazên jehkirî ve êrîşî cihên ku mixalif lê ne kir.
Zeyd destnîşan kir ku ew ê bi saya serê tinêlan destûrê nedin ku hêzên Esed derbasî Cobarê bibin.