Li piraniya Washingtona paytexta DYAyê ceyran tuneye.
Li gorî saeta herêmê di dora saet 13.00ê de li piraniya bajêr çeyran qut bû. Di nava cihên ku ceyrana wê çû de Kongreya DYAyê, Qesra Spî û Wezareta Karên Derve jî heye. Li bajêr gelek dezgehên federal jî bê ceyran man û herwisa xetên metroyê yên li bajêr jî ji ber qutbûna ceyranê sekinîn.
Di brîfînga çapemeniyê ya rojane ya Wezareta Karên Derve de ji ber ku ceyran di cî de çû Berdevk Marie Harf jî neçar ma ku dawiyê li civînê bîne. Rojnamegerên ku di civînê de amade bûn, wêneyên holê kişandin û qutbûna ceyranê bi rêya medyaya civakî ragihandin.
Wezareta Ewlekariya Navxweyî ya DYAyê di daxuyaniya xwe ya li dû çûyîna ceyranê de diyar kir ku çûyîna ceyranê bi êrîşeke terorê re eleqedar nîne. Wezaretê di daxuyaniya xwe ya paşê de jî destnîşan kir ku li eyaleta Marylandê ya nêzî Washingtona paytext santraleke ceyranê teqiya û bû sedema qutbûna ceyranê.
Şîrketa Pepkoyê ya ku ceyranê dide herêma paytextê jî daxuyand ku ji bo çareserkirina çûyîna ceyranê ew dixebitin û aniha li herêmê ceyrana 2 hezar û 400 avahiyî tuneye.
- Brîfîngê dereng dest pê kir
Ji ber qutbûna ceyranê brîfînga rojane ya li paytextê jî dereng dest pê kir. Li ser pirsa der barê qutbûnê de Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest diyar kir ku çûyîna ceyranê bo demeke kurt tesîr li Qesra Spî kir.
Earnest wiha got: "Li hin cihên avahiyê vejena yêdek kete dewrê û li hin cihên din jî jixwe ceyran di asta normal de ye. Li Qesra Spî rewş bere bere normal dibe."
Earnest bi bîr xist ku Wezareta Ewlekariya Navxweyî daxuyand ku eleqeyeke êrîşa terorê bi qutbûna ceyranê re tuneye û ew nizane ku ka der heqê mijarê de lêpirsîn hatiye dest pê kirin an na.
Earnest pirsên der heqê çawaniya dîzankirina Qesra Spî ya di wextê qutbûba ceyranê de jî bê bersiv hişt. Earnest wıha xeberda: "Ez dikarim tenê vî bêjim, qutbûnê di asta herî nizim de tesîr li xebatkarên Qesra Spî kir. Heta hinek ji me qet qutbûna ceyranê hîs jî nekir. Avahî wisa hat avakirin ku ji bûyerên mîna vî herî kêm li ser wê tesîr çêbe."