Cundiyanî îstifaya xwe pêşkeşî Polîtburoya YNKê kir. Ji Polîtburoyê der barê îstfayê de tu agahî nehatin belav kirin. Lê Cundiyanî der barê mijarê de daxuyanî da PUK Mediyayê. Lewra PUK Mediaya aîdê YNKê ye.
Cundiyanî diyar kir ku ji wazîfeya berdevkiya partiyê ku 4 sal bû dikir, duh êvarê îstifa kiriye û wiha pê de çû: "Di Polîtburoyê de yekdengî û yekfikrî tuneye. Di partiyê de ji her serekî dengek derdikeve. Ji ber ku di partiyê de yekdengî tuneye, ne mimkune ku ez wazîfeya berdevkiya partiyê bidomînim. Min ji ber vê îstifa kir. Ev bi tenê ne îstifa ye, ji bo Polîtburoyê jî hişyariyek e. Di partiyê de heta ku ji her serekî dengek derkeve û partî derbasî yekdengiyê nebe dê gelek polîtîkayên cuda di partiyê de bidomin."
Di hilbijartinên parlementeriyê de ku di 21 îlonê de hatin kirin, YNKê gelek deng winda kirin û li ser vê jî biryar dan ku dê di 31ê Çileyê a 2014an de kongreyê bikin. Piştî hilbijartinan xanima Celal Talabanî Hero Îbrahîm Ahmed jî dev ji wazîfeya xwe ya seroktiya Silêmaniyeyê berda bû. Ji bo nû kirina partiyê xebat dest pê kirine û hat diyar kirin ku ev xebat di rojên pêş me de jî dê bidomin.