TBMM
Parlementerên BDPê yê Îstanbûlê Sirri Sureyya Onder û Sebahat Tûncel û parlementerê BDPê yê Mersînê Ertugrul Kurkçu ji partiya xwe îstifa kirin.
Parlementeran daxwaznameyên xwe yên ji bo îstifayê dan serokatiya TBMMyê.
Kurkçu der barê îstifaya xwe de agahî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku Kongreya Partiya Demokratîk ya Gelan (PDG) di dawiya vê hefteyê de tê çêkirin û ew jî dê têkoşîna xwe di wê partiyê de bidomînin.
Kurkçu diyar kir ku bi mecburî ji partiyê îstifa kirine.
Tûncelê jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bilêv kir ku daxwaznameya xwe ya îstifayê pêşkêşî serokatiya TBMMyê kirine.
Roja yekşemê kongreya PDGyê ye û Tûncelê jî destnîşan kir ku dê beşdarî vê partiyê bibin.
Bi îstifakirina sê parlementeran hejmara parlementerên BDPyê daket 26an û hejmara parlementerên serbixwe jî derket 9an.