TBMM
Parlementera Serbixwe ya Vanê Aysel Tûglûk ji bo ku navê bajarê Vanê bê guhertin û bibe Wan pêşniyara qanûnê amade kir.
Tûglûkê pêşniyara xwe da serokatiya TBMMyê û tê de xwest ku navê Vanê bê guhertin û bibe Wan. Tûglûkê di hinceta pêşniyariya xwe de diyar kir ku navê Vanê bi sed salan e ku di nav gel de wek Wan tê bikaranîn û di pêşniyariyê de wiha got: "Navê bajarê Vanê bila bi navê rastîn Wanê re bê guhertin. Bi guhertina vî navî ve tiştên ku bi awayekî ne demokratîk li ser çanda gel hatine kirin dê ji holê bên rakirin û him jî evê ji bo rast telafuzkirina navê bajar dê çêtir be."