Dinya

Rayedarê Iraqî: Êzdî ji ber rêxistinên dereqanûnî (PKK) yên li Şengalê di konan da dijîn

Ekip  | 10.05.2022 - Rojanekırın : 14.05.2022
Rayedarê Iraqî: Êzdî ji ber rêxistinên dereqanûnî (PKK) yên li Şengalê di konan da dijîn

Dahuk

 Cafer Simoyê Berpirsê Karên Êzdiyan ê li Duhoka bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) got ku ji sedî 75ê şêniyên Şengalê di kampan da dijîn û wiha domand: "Êzdî ji ber rêxistinên dereqanûnî (PKK) yên li Şengalê digel germahiya havînê û sir û seqema zivistanê di konan da dijîn."

Simo der barê hebûna PKKya rêxistina terorê ya li Şengalê û venegerîna Êzdiyan da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Di axaftina xwe da Simo got ku ji sedî 75ê şêniyên Şengalê di konan da dijîn û wiha pê da çû: "Piraniya Êzdiyan dixwazin vegerin Şengalê lê ji ber hêzên dereqanûnî yên li bajêr digel germahiya havînê û sir û seqema zivistanê di konan da dijîn û venagerin bajêr. Li gor rê û rêzikên Iraqê ev hêz meşrû nînin."

Di berdewamiya axaftina xwe da Simo ragihand ku penaberên vegeriyane Şengalê jî poşman bûne û paşve vegeriyane kampê û wiha pê da çû: "Hema xaleke di navbera Bexda û Hewlêrê da hatibû kirin jî nehat sepandin. Heke hikûmeta Iraqê vê peymanê neke rewacê penaber naxwazin vegerin ser mal û milkên xwe."

- Peymana Şengalê

Di navbera rêveberiyên Bexda û Hewlêrê da di 9 cotmeha 2020î da Peymana Şengalê hatibû îmzekirin û li gor peymanê PKKya rêxistina terorê wê ji herêmê bihata derxistin, lê rêxistin hê li herêmê ye.

Êzdî û rayedarên HKIyê di her firsendê da destnîşan dikin ku PKK nahêle Şengal cardin ava bibe û gel vegere malên xwe û bang dikin ku PKK demildest ji Şengalê derkeve.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.