Serokê Meclisa Enbarê Sabah Kerhût daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bal kişand ser operasyonên ku polês û hêzên artêşê li dijî DÎŞIyê dikin û wiha axivî: "Wezaretên parastin û karên nevxweyî ji bo têkoşînê destûr da ku 15 hezar kesên dilxwaz tevî artêşê bibin.
Kerhût destnîşan kir ku ew kesên ku tevî artêşê bibin yê alîkariyê bidin artêşê, ji xêncî DÎŞIyê li dijî komên çekdar jî dê têkoşînê bidin û wiha got: "Yekîneyên dilxwaz ê piştî avakirina hikûmeta nû tevî artêşê bibin."
Ev demek e li welêt tevlihevî heye û ji ber vê jî komên çekdar ên di pêşîkêşiya DÎŞIyê de Misûl, Tikrît, Bakuba, Telafer û El-Qaîm, Rawe, Aneh, Ratbe û Hedîse yên navçeyên Enbarê bi dest xistibûn. Ji ber pevçûnan bi hezaran kesî cih û warên xwe terk kirin.