2017 ж. 20 қаңтар•Rojanekirin: 2017 ж. 21 қаңтар
DAKAR
Hat ragihandin ku hêza artêşa Senegalê, ji bo serokatiya dewletê ya Gambiyayê derbasî Adama Barrow bibe mudaxeleya eskerî li welatî da destpêkirin.
Li gor daxuyaniya ji berdevkê Artêşa Senegalê hat dayîn, hêzên eskerî yên ser bi Welatên Koma Aborî yên Efrîqaya Rojava (ECOWAS) ketin nav axa Gambiyayê.
Hat ragihandin ku herekata eskerî, piştî biryara Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ya der barê piştgiriya ECOWASê ji bo serokatiya Gambiyayê derbasî Adama Barrow bibe destpê kiriye.
Berpirsekî ECOWASê ku nexwest navê wî were zanîn bo peyamnêrê AAyê ragihand ku hêzên eskerî sînorê Senegalê derbas kirine û bêyî ku rastî problemekê werin gihîştine Bajarê Farafenniya Gambiyayê.
Berpirs destnîşan kir ku Artêşa Gambiyayê li ber xwe nedaye û hêzên asayişa Farafenni jî rê dane hêzên eskerî.
Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî, li ser qeyrana Gambiyayê civîneke lezgîn kir û pêşnûmaya biryarê ya ku Senegalê pêşkêş kiribû bi piştgiriya 15 welatan qebûl kir.
ECOWASê ragihandibû ku eger Yahya Jammeh serokatiyê dewir neke dê mudaxeleya eskerî çêbe.
- Barrow li Senegalê sond xwar
Ji ber ku merasima dewir-teslîmê li Gambiyayê çênebû Adama Barrow li welatê cîran Senegalê li Balyozxaneya Gambiyayê ji bo serokatiya dewletê sond xwar.
Barrow diyar kir ku dê vegere Senegalê û hikûmeta nû ava bike û ji bo pêşketina welatê xwe bixebite.
Hat ragihandin ku Sererkanê Gambiyayê Ousman Badjie jî piştgirî daye Adama Barrow û ew pîroz kiriye. Herwiha beşdarî pîrozbahiyan jî bûye.
- Emrîkayê jî Barrow destek kir
Berdevkê Wezareta Karên Derve John Kirby diyar kir ku wek Emrîka piştgiriya mudaxeleya eskerî dikin û divê serokatî derbasî Barrow bibe. Kirby wiha axivî: "Em piştgiriyê didin. Em piştgiriyê didin lewra em bi berpirsên Senegalî re di têkiliyê de ne. Lewra armanca me li vir aramkirina rewşê û liberçavgirtina terciha xelkê Gambiyayê ye. Emê ji nêzîk ve taqîb bikin."
Rêvebiriya Botsvanayê ragihand ku ew îdî hikûmeta Jammeh nas nakin.
Botsvanaya Efrîqaya Başûr ragihand ku hikûmeta Yehya Jammeh ya ku rêvebiriyê teslîmî Barrow nake nanasin û divê Jammeh rêzê ji biryara xelkê re bigire. Herwiha helwesta Jammeh li Efrîqayê bi giştî demokrasiyê zeîf dike.
26 hezar Gambiyayî koçî Senegalê kirin
Piştî qeyrana siyasî li Gambiyayê û mudaxeleya eskerî 26 hezar kesî xwe sparte Senegalê.