Artêşa DYAyê çar êrîşên nû yên birin li ser hedefên rêxistina terorê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) yên nêzî Bendava Mûsilê û Hewlêrê.
Fermandariya Hêzên Navend a DYAyê (CENTCOM) daxuyaniyek da û diyar kir ku Amerîkayê bi balafirên şer û balafirên bêmirov êrîş birin li hedefekî çavdêriyê ya DÎŞIyê û wesayîteke cureyê "humvee"yê wesayîteke çekdar, kamyonek û sê mewziyên topên hewanê hatin îmhakirin.
Dan zanîn ku hemû balafirên ku di operasyonê de peywirdar bûn, pişt re bi awayekî ewledar ji herêmê dûr ketin.
CENTCOMê da zanîn ku artêşa DYAyê di tevahiya Iraqê de heta niha 131 êrîşên hewayî kirin.