Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTOM) daxuyanî da û diyar kir ku êrîş bi balafirên şer ên Amerîkayê û yên bêmirov ve hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrîşan li ser hedefên bendava Hadîseyê de 3 wesayitên bi çek ên DÎŞIyê hat înfilaqkirin. Di êrîşa li nêzî Hewlêrê de jî yekîneyeke bejeyê û wesayitek hat bombekirin.
Hat ragihandin ku balafirên di operasyonê de cih girtin bê qeza û bela vegeriyan.
CENTOMê diyar kir ku artêşa DYAyê li seranserê Iraqê heta niha 48 êrîşên hewayî li dar xist.