2017 ж. 20 қаңтар•Rojanekirin: 2017 ж. 20 қаңтар
WASHINGTON
Wezîrê Karê Derva Mevlut Çavuşoglu: "Emerîka bûye êsîrê YPGê. Rêxistineke terorê rê nîşanî polîtîkaya dewleteke wekî DYAyê dide. Ev nayê qebûlkirin."
Çavuşogluyê ji bo beşdarî merasima sondxwarinê ya Donald Trumpê ku wê wezifeyê ji Barak Obama hilde, li Washingtonê ye, daxuyanî da rojnameya Washington Postê.
Di daxuyaniya xwe da Çavuşoglu got ku ew li bendê ne rêveberiya DYAyê Fetullah Gulenê serkêşê Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) îadeyî Tirkiyeyê bike û dawî li hevkariya bi YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê bîne û wiha pê da çû: "Ez wisa bawer dikim ku (Trump) qisawetên Tirkiyeyê çêtir fehm dike. Ji bo ji hev bawerkirinê divê em ji nû va hewl bidin. Li Tirkiyeyê dijberiya hemberî Amerîkayê zêde dibe. Em li benda têveberiya nû ne."
Çavuşoglu hevdîtina ku wê li Astanayê ji bo çareseriya şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bê kirin bibîrxist û got ku ji wê hevdîtinê hêvîdar e.
Çavuşoglu destnîşan kir ku DYA Baregeha Încirlikê diemilîne, lê li El Babê alîkariyê nade têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî DEAŞa rêxistina terorê û wiha got: "Baregeha me ya esmanî diemilînin, lê alîkariya esmanî nadin."
- "Em bi Rûsyayê ra li dijî terorê hevkariyê dikin"
Çavuşoglu li ser pirsa Tirkiye ji NATOyê dûr dikeve û nêzikî Rûsyayê dibe wiha xeberda: "Hevkariya me ya bi Rûsyayê ra li dijî hevalbendên NATOyê û yên din nîne, em bi Rûsyayê ra li dijî terorê hevkariyê dikin."
Çavuşoglu diyar kir ku DYA hevalbendê me ye, lê em mecbûr nînin her tiştê DYAyê qebûl bikin.
Çavuşoglu destnîşan kir ku êrîşkarên bûyerên li Stenbolê û Enqereyê ji kampên YPGyê hatine û wiha dewam kir: "DYA bûye dîlê YPGê. Rêxistineke terorê rê nîşanî polîtîkaya dewleteke wekî DYAyê dide. Ev nayê qebûlkirin."
Çavuşoglu destnîşan kir ku piştî El Babê Tirkiye wê perê xwe bide Reqayê û wiha got: "Dema em bi PYDyê ra bên hemberî hev em ê şer bikin. Em hêvî dikin ku Trump hêzeke nû bide têkoşîna dijî DEAŞê. Wek mayîn jî vê meseleyê (YPG) çareser bike."