20 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li El Baba bakurê Sûriyeyê di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê de 224 hedefên rêxistina terorê DAEŞê îmhe kirin û 23 terorîst jî kuştin.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) ragihand ku operasyona di serî de ji bo berterfekirina tehdîda DEAŞa rêxistina terorê, xurtkirina ewlehiya sînoran û ji bo piştevaniya hêzên hevpeymanê li Bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de dan destpêkirin, dewam dike.
Di roja 150emîn a operasyonê de xebatên ji bo bidestxistina kontrola El Babê dewam dikin. 205 hedefên DEAŞê ku bi wesayitên tespîtkirina hedefan hatin tespîtkirin, bi hawan û tang îmhe kirin. Di şerê bi roj dewam kir û di encama topên ku hatin avêtin de 23 terorîst hatin berterefkirin.
Bi destê Fermandariya Hêzên Hewayê operasyon birin ser 19 hedefên DEAŞa rêxistina terorê yên li Bzagah û El Baba bajarên Sûriyeyê ne. Di operasyonan da 13 avahiyên rêveberiyê, ciyên kontrolê û wesayîtek hatin îmhekirin.