Îsraîlê daxuyand ku balafireke şer a Sûriyeyê li Girên Golanê hat daxistin.
Daxuyanî li ser hesabê Twîtterê ya artêşa Îsraîlê hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Balafireke şer a Sûriyeyê sînorê Îsraîlê ya hewayê ixlal kir. Sîstema parastinê a Patrîot ya artêşa Îsraîlê jî balafir daxist."
Hat gotin ku balafira ku li ser Girên Goranê hat daxistin li herêma Kanakira Sûriyeyê kete erdê.
Ji hêla din Hebîb Ammarê aktîvîst ê sûrî ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku balafir bi moşekê ve hatiye daxistin û wiha axivî: "Moşek ji hêla rojavayê ve hat avêtin. Aliyê moşekê û cureya wê nîşan dide ku îxtimaleke mezin e ku Îsraîlê avêtiye."
Der barê mijarê de ji hêla Sûriyeyê ve hê daxuyaniyek nehat dayîn.
Hat ragihandin ji 20 salan vir ve, cara ewil e ku Îsraîl îdia dike balafireke şer a Sûriyeyê sînorê Îsraîlê ya hewayê îxlal kir.