Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê de hat gotin ku balafirên şer yên Îsraîlê bi hinceta tevgerên terorîstî û hilberîna çekan, li ser 7 cihên Xazeyê operasyon li dar xist.
Her wiha di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku ji aliyê Xazeyê 5 moşek hatin avêtin û ji van moşekan 2 heb ji aliyê pergala parastinê "Qubeya Hesinî" ve hatin îmhakirin, yek li meclisa herêmî ya Negevê ket û 2 moşekên dinê jî li nav sînorê Xazeyê ketin.
Tu komên Filistînê berpirsiyariya moşekên ku li gorî îdiaya Îsraîlê ji Xazeyê hatine avêtin, hilneda stûyê xwe.