Di pêşbirka dawîn a Koma Cyê de Kolombiya bi Japonyayê re hat hemberî hev, dijberê xwe 4 û 1 têk bir û wek lîderê koma xwe derket tura duyemîn a Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2014an û bû dijberê Uruguayê.
Di heman komê de Yewnanistan û Qiraxê Diranêfîlê jî hatin hemberî hev. Di deqîqeyên dirêjkirinê yên pêşbirkê de Yewnanistanê ji penaltiyê gol avêt û dijberê xwe 2 û 1 têk bir.
Bi vê encamê ji Koma Cyê Kolombiya û Yewnanistan derketin tura duyemîn, Qiraxê Diranênfîlê û Japonya jî di serîdandinên Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2014an de bi ser neketin û xatir xwestin.
- Serkeftiyên Koma Dyê Kosta Rîka û Uruguay e
Di Koma Dyê de Kosta Rîka û Îngilistan hatin hemberî hev û pêşbirk 0 û 0 bi dawî bû.
Di heman komê de Uruguay û Îtalya hatin hemberî hev. Uruguayê dijberê xwe 1 û 0 têk bir û bû duyemînê Koma Dyê.
Bi van encaman ji Koma Dyê jî Kosta Rîka û Uruguay derketin tura duyemîn.
Kolombiya û Uruguay, Kosta Rîka û Yewnanistan di tura duyemîn a Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2014an de dê bên hemberî hev.