Di serîdandinên fînala çaryek a organîzasyonê de Almanyayê Fransa 1 û 0 têk bir û Brezîlyayê jî Kolombiya 2 û 1 têk bir û di nîvefînalê de her du welat bûn reqîbê hev.
Ji bo fînalê her du welat bi saeta Tirkiyeyê îşev di 23.00an de dê bên hemberî hev û bi vê pêşbirkê her du welat ev cara 22yemîn e ku tên hemberî hev.
Di pêşbirkên ku heta îro di navbera her du welatan de hatine kirin de Brezîlya li hemberî reqîbê xwe 12 caran bi ser ket. Almanyayê jî heta niha bi tenê 4 caran Brezîlya têk bir.
Her du welat di pêşbirkên navbera xwe de jî 5 caran beramber man.
Welatê ku di vê têkoşînê de dijberê xwe têk bibe dê bibe fînalîstê ewil ê Kûpaya Dinyayê ya FIFA 2014an.