Almanyaya ku Brezîlya 7 û 1 têk bir, ev cara 8emîn e ku dê di fînala Kûpaya Dinyayê de bileyîze.
Ji Almanyayê di deqîqeya 11mîn a pêşbirkê de Thomas Muller gola ewil a welatê xwe avêt. Piştî vê golê di deqîqeya 23an de Mîroslav Klose, di deqîqeyên 24 û 26an de Tonî Kros û di deqîqeya 29an de jî Samî Khedîra golên Almanyayê avêtin.
Di nîva ewil a pêşbirkê de Almanyayê 5 gol avêt qeleya Brezîlyayê.
Nîva ewil bi serkeftina Almanyayê bi dawî bû.
Di nîva duyemîn de jî Andre Schurrleyê fitbolîstê Almanyayê di deqîqeyên 69 û 79an de golên welatê xwe avêtin û skor bû 7 û 0.
Li hemberî van golan ji Brezîlyayê jî di deqîqeya 90emîn de Oscar golek avêt Almanyayê û skor bû 7 û 1.
Bi vê encama ku li çar aliyê dinyayê gelek deng veda ve Almanya bû fînalîstê ewil ê Kûpaya Dinyayê ya FIFA 2014an.