Di çarçoveya pêşbirka 2yemîn a 2014 Kûpaya Dinê ya FIFAyê de tîma Holanda û ya Meksîkayê li Stada Castelaoyê ya li bajarê Fortalezaya Brezîlyayê hatin li hemberî hev. Dîrektorê Fitbola Tirkiyeyê Fatîh Terîm û Anternorê Tîma Fitbola Neteweyî ya Ayê Hamza Hamzaoglu jî pêşbirk temaşekirin.
Tîma Meksîkayê di deqîqeya 48an de bi gola Dos Santos ve 1-0 kete pêş.
Tîma Holandayê jî di deqîqeya 88an de ji aliyê rastê korner bikaranî û lîstikvanê tîma Holandayê bi serê xwe gog zivirand qada cezayê û hevalê tîma wî Sneijder jî bi şûteke baş ve gog şand qeleyê û bi vî hawî tîma Holandayê rewşa skorê wekhev kir: 1-1
Di deqîqeya 90+4an de Holandayê penaltî bikaranî û di penaltiyê de Huntelaar gog û gogparêz şand koşeyên cuda cuda û skor kir: 2-1
Piştî ku di wextê mayîn de jî gol pêk nehat, tîma Holandayê derket çaryek fînalê.