Rayedarên Iraqî tereftarên Zaxo Sporê yên ku xelata "Tereftarê Salê" yê FIFAyê hilda pîroz kir
Ankara
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û rayedarên herêmî û birêvebirên kulubê tereftarên Kuluba Zaxo Sporê ya ku wekî "Tereftarê Salê" hat hilbijartin pîroz kir.
Di daxuyaniya ji ofîsa Serokwezîrê Iraqê Sudanî hat dayîn da hat ragihandin ku Sudanî di civîna lijneya wezîran da alîgirên Zaxoyê pîroz kir.
Li gor daxuyaniya ji ser malpera Serokatiya HKIyê Nûçîrvan Barzanî, tereftarên Kuluba Zaxo Sporê pîroz kir û got ku "ev serkeftin ne tenê ji bo Zaxoyê di heman demê da ji bo HKI û hemû werzişa Iraqê serbilindiyek e."
Piştî ku FIFAyê tereftarên Zaxoyê wekî "tereftarê herî baş a dinyayê" îlan kir Mesrûr Barzanî ji ser hesabê xwe yê platforma çapemeniya civakî Xê ya ku navenda wê Amerîka ye peyamek weşand û spasiya her kesê ku piştgirî da alîgirên Zaxo Sporê û ji bo wan deng da, kir.
Xelat Ebdiyê Endamê Lijneya Birêvebiriyê ya Kuluba Zaxo Sporê jî got ku "Zaxo ne tenê nûnertiya Iraqû nûnertiya Rojhilata Navîn jî dike. Ji ber wê me ji bo piştgiriyê kampanyayeke mezin dabû destpêkirin."
Qaymeqamê Zaxoyê Guhdar Şêxo jî di pêvajoya dengdayînê da daxuyaniyek dabû nûçegihanê AAyê û gotibû ku "Ev ji bo Zaxo, HKI û Iraqê firsendeke dîrokî ye. 100 sal piştî vê dibe ku firsendeke wiha bi dest nekeve." ûdaxwaza piştgiriyê kiribû.
Piştî hat eşkerekirin ku terefterên Zaxo Sporê xelat hildane Zaxoyiyan li tevahiya bajêr xwepêşandanên pîrozbahiyê kiribûn.
