HEWLÊR
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kerry bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî re hat bal hev.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Kûbat Telebanî, Serokê Tevgera Goranê Noşîrvan Mistefa û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyê dîplomatîk hatin hildan Kerry û Barzanî li ser pirsa rewşa Misûlê ya piştî ku Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) herêmê dagir kir rawestiyan. Barzanî der heqê herêmên ku di bin kontrola pêşmergeyan de ne û sînorên DÎŞIyê de agahî da Keryy î.
Kerry diyar kir ku Iraq ji pêvajoyeke derasyî re derbas dibe. Kerry got ku ji bo çareserkirina qeyrana ku ev du hefteye li herêmê diqewime divê di serî de hikûmeteke nû bê avakirin. Kerry ji bo pêvajo bi lez û bez berdewam bike ji Barzanî daxwaz kir ku bi awayekî çalak di pêvajoyê de cih bigre û birêvebibe.
Kerry da zanîn ku rêvebiriyeke ku hemû komên etnîk û dînî di bin banê wî de bên bal hev divê bê avakirin, lewra rêvebiriyeke bi vî rengî dê hêsantir pirsgirêkan çareser bike.
Mesûd Barzanî jî dûbare kir da ku divê daxwazên gelên sunî û telebên DÎŞIê neyên tevlihevkirin û li gor rewşa nû divê gavên siyasî bên avêtin.
Barzanî destnîşan kir ku qeyran bi rêyên zordarî û leşkeriyê nayên çareserkirin û pêdiviya Iraqê bi rêyên çareseriyê yên siyasî heye. Barzanî da zanîn ku herêmên di bin destê pêşmergeyan bi ewle ne, can û malê gelê herêmê tê parastin. Herwiha dê alîkariya însanî ya penaberên ku tên herêmê jî dê bê kirin.
Serokê Karên Derve yê DYAyê John Kerry di çarçoveya hevdîtinê Iraqê de duh bi Serokwezîr Nûrî Malikî û Wezîrê Karên Derve Hoşyar Zebarî re li paytext Bexdayê hatibû bal hev.
John Kerry piştî hevdîtinên li Iraqê temam kir bi balafira xwe ya taybet ji Hewlêrê çû.