SLAVYANSK
Bajarê Slavyanskê yê Ukraynayê yê ku hêzên ewlekariyê û cudaxwazên alîgirên Rûsyayê lê pev diçin îstasyonên neftê û gelek karxane naxebitin û di warê zad û ava vexwarinê de tengasî tê kişandin. Hêviya kesên ku li bajarê bûye kavil man ew e ku şer û pevçûn bi dawî bibin.
Ekîba AAyê rewşa dawîn a bajarê Slavyanskê yê ku hêzên ewlekariyê û cudaxwaz lê pev diçin û artêşê gelek caran bombebaran kiriye, kişand.
Mirov ewil ji cihên kontrolê yên hêzên ewlekariyê derbas dibe û şûnde digihêje noqteyên cudaxwazan, pişt re mirov dikare bikeve hundirê bajarê ku hêzên ewlekariyê dorpêç kiriye. Kesên ku li mewziyên cihê kontrolê nobet digrin, ji ber îhtimala xeteriyekê dest li ser tetikê disekinin.