Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Ukrayna: Artêşa Ûris ber bi Slavyansk û Kramatorskê va diçe

Ruslan Rehimov  | 06.04.2022 - Rojanekırın : 07.04.2022
Ukrayna: Artêşa Ûris ber bi Slavyansk û Kramatorskê va diçe

Kiev

 Şêwirmendê Serokatiya Dewleta Ukraynayê Aleksey Arestoviç daxuyand artêşa Ûris ji bajarê Îzyumê ya ku berê bi dest xistiye ber bi Slavyansk û Kramatorskê va diçe.

Arestovîç got hêzên Ûris ên ber bi Slavyansk û Kramatorskê va diçin hinekî pêşva çûne, eskerên Ukraynayê firokeyeke Ûris xistine.

Arestovîç anî ziman sê roj berê jî Ûrisan ji bakur û başûr kêm be jî hewl dan ku êrîş bikin.

Arestovîç daxuyand rê li ber hêzên Ukraynayê yên ji hêla bakur va ber bi Donbasê diçin tê girtin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.