ANKARA
Cîgirê Serokê Giştî û Berpirsê Têkiliyên Derve yê AK Partiyê Mehdî Eker, got Kurd hevwelatiyên vî welatî ne û wiha axivî: "Dewleta Kurdan, Tirkiye ye. Hikûmeta me û partiya me, ji destpêkê ve ti demî , cudahî nexistiye navbera kurdan û tirkan. Pêşxistina demokrasiyê, zêdekirina mafên bingehîn, dê zêdetir hevwelatiyên me razî û dilxweş bike. Ya ku em dixwazin, ev e. PKK vê naxwaze, şer dixwaze. PKK ji xwînê can digire. Her çi qasî ku xwîn birije, wê qasê bihêz dibe. Wisa lê nehatiba, dê 4-5 sal berî niha aramî hatiba. Dê gulên buharê bişikvtina. Dê li Kurdistanê, keç, zilam û hemû xelk, dê her kes bextewer ba."
Eker, ji bo qenala Rûdawê ku li Hewlêrê weşanê dike axivî, cewaba pirsan da.
Eker der barê geşedanên li Tirkiyê, operasyonên li ser PKKê û seredana Serokwezîr Bînalî Yildirim bo Bexda û Hewlêrê ji qenala Rûdawê ya ku li Herêma Kurdistanê weşanê dike re axivî. Eker di nav heyeta Serokwezîr Yildirim de bû li esnayê seredana Bexda û Hewlêrê.
-Seredana Yildirim bo Bexda û Hewlêrê
Li ser têkiliyên Tirkiye û Iraqê û asta ku niha gihîştiye Eker got, Tirkiye û Iraq cîran û birayê hev in û wiha axivî: "Cîran û bira nikarin ji hev bixeyidin. Ne xêrek di dilhiştinê de heye û ne jî mafê ti aliyekê heye. Pêwîst e têkîliyên me yên ligel hev baş bibin û pêşde herin. Ti danûstandin bêyî pirsgirêk nabin. Di nav malbatê bi xwe de jî pirsgirêk peyda dibin, lê nabe ji ber vê endamên malbatê ji hev bixeyidin û xeyidî bimînin. Ji ber vê yekê, li herêmê çi pirsgirêkek çêbe, zirarê digihîne me hemûyan. Zirar digihe kurdan, tirkan, ereban, şîeyan, sunneyan, êzidiyan. Em bi vî zanebûnê dixwazin bii cîran, heval û dostên xwe re têkiliyên xwe baş bikin."
Eker bibîr anî ku digel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kombûne û pirsgirêkên xwe ji hev re vegotine û got:
"Me behsa wan ziraran kir ku ji ber pirsgirêkên berî gihiştine me û herwiha em ê çawa van pirsgirêkan çareser bikin û pêşiya xwe binerin. Em ê çawa tedbîrên pêwîst ên der barê ewlekariya xwe û ya herêmê de bigrin. Ew kesên dixwazin li herêmê tevlîheviyan bikin, terorê, kuştinan û teqînan pêk bînin, em ê çawa pêşiya wan bigrin. Ew jî kî ne? DAIŞ e û PKK ye, herwiha hevalbendê wan in. Em dizanin, ku ew ne li ser hesabê xwe vî karî dikin û ew nûnerê hinek aliyên din in?"
Siyasetmedarê Kurd bal kişand ser wê yekê ku di van 10-15 salên dawiyê de zirar gihîştiye tirkan, kurdan, ereban, tirkmenan, şiiyan, sunniyan û êzidiyan, bi kurtahî gelên vê herêmê û nêrîna xwe wiha anî ziman: "Kê ji vê yekê sûd wergirt? Ew aliyên ku bi hezaran kilometro ji dûr ve hatine û tiliya xwe dixin nav pirsgirêkên herêmê, ev jî li ser hesabên wan dikin. Ji ber vê jî ev nexweşî û birîn ya me ye. divê em hekîm bin da ku bikarin bi destê xwe birîna xwe derman bikin. Ji bo em bikarin van mijaran bi hevre bi rûbirû biaxivin ev serdan girîng bû."
-Mijara hebûna eskerên Tirkiyê li Başîkê
Eker der barê hebûna eskerên Tirkiyê li Başîkê diyar kir ku ne bi kêfa xwe çûne wê derê û wiha pê de çû:
"Du semenên vê yekê hene; yek jê îstîkrara herêmê û ya din jî ewlekariya Tirkiyê û herêmê ye. Em çima eskerên xwe bê sedem bişînin 100 kîlometre dûrê welatê xwe. Em li ser daxwazên hev ji hev serwext dibin. Ji bo her du alî jî têr bibin, daxwazên me bên cîh, em hewl didin gav bi gav, roj bi roj gavan biavêjin. Di vir de nîyet giring e, ku divê niyeta aliyan baş be. Ev niyeta baş li gel herdu aliyan jî heye. Hinek mijarên din ên weke aborî, bazirganî, tendurustî, enerjî, îktîsadî û pişesaziyê hene, ev jî tev de hatine gotûbêjkirin.
-Mayîna PKKê li Şengalê
Eker destnîşan kir ku wan ji aliyên Iraqî re gotiye bicihkirina hêzên çekdar li Şengalê, amadekirina zemîna ji bo terorê, zirarê dide Tirkiyê û ewlehiya wê tehdîd dike loma qebûlkirina vê yekê ne mumkun e. Eker Wiha axivî:
"Lazim e ji ber dostanî û cîrantiyê em ji hev agahdar bin û em zirarê negihînin hev. Heger zirarek bigihîje we, ezê alîkariya te bikim, bigihîje min tu dê alîkariya min bikî. Ji destê min were ezê zanyariyan bidim te, tu dê (zirarê) ji holê rakî. Na, ez nakim, hêza min têrê nake, ez dê alîkariya te bikim. Yan tu bike yan em bi hev re bikin. Her du jî nebin, ev tehdîd û zirar li dijî min e û berevanîkirina ji xwe ji bo min rewa ye."
Eger em di aliyekê de tameşe bikin, tu bêjî ev der axa min e û leşkerên welatekî din derbasî nav dibin, di vî alî de hûn mafdar in. Lê weke dewletekê, hinek bêyî razîbûna we û îradeya we li wê derê bicih bûne. Hevwelatiyê we ye? Nîne. Ji derve hatine. 25 sal berî niha hatine û bicih bûne, bombe danîne. Li wê derê radibin, mirovên bêguneh ên Tirkiyê dikujin. Paşê jî vedigerin cihên xwe. Li vir kî dê mafên wan mirovên bêguneh biparêze? Dewleta Iraqê bi du şêweyan dikare wê bike. Yan rê nade ew li wê derê bimînin û yan jî dê bên ji me re bêjin, werin em bi hev re wî karî bikin. Çima? Çimku ew dikujin. Rast e, belê bila kes derbasî nav welatê kesî nebe, lê belê welatê te ji bo PKKê bûye baregeh û ew bên li Tirkiyê bêgunehan bikujin, tu dê çi bibêjî? Di serdema Sedam de, li wê derê bûn, nedikirin. Ew mafekî tebîî yê navdewletî ye."
- Operasyona bo ser Qendîlê wek Mertala Firatê
Li ser îhtimala operasyoneke li ser Qendîlê wek ya Mertala Firatê Eker nirxandina xwe wiha kir: "Qendîl, hêlîna PKKê ye. Tirkiye ji Qendîlê zirarê dibîne. Roj nîne ku li bajarekî Tirkiyê, bi destê qatilekî DEAŞê yan jî qatilekî PKKê welatiyên bêguneh nemirin. Li Enqerê, Izmîrê, Entabê, Stenbolê, li gelek bajaran 2-3 sal e ku li dijî terorê têkoşîn tê kirin. Îro em zirarê dibînin. PKK heqîr e, DEAŞ jî. Dijminên mirovan û bêgunehan in. Rêya ku girtine pêş, şaş e. Nahêlin Kurd bigihîjin mafên xwe yên demokratîk. Di xizmeta aliyên din de ne. Di ximzeta wan de ne ku aloziyê li Rojhilata Navîn dixwazin. Tiştek ku hikûmeta Hewlêrê bikare bike, hebe, em dixwazin arîkariya me bike. Hêza wan têrê neke jî, em dizanin dilê wan bi me re ye. Ji ber wê jî em têkoşîna xwe bi tena serê xwe dimeşînin."
- Xebatên aborî di navbera Hewlêr û Enqerê de
Eker, li ser problema neftê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de got ev mijar di navbera her du aliyan de ye. Mijareke di navbera Bexda-Hewlêrê de ye. Daxwazek ji wan bê kirin, wek daxwaza navbeynkariyê, ew dê bi germî bibin arîkar.
-Li ser komîsyona hevpar a di nava Tirkiye û Herêma Kurdistanê de Eker ev agahî dan:
“Di navbera her du aliyan de, di çend waran de, ji Wezareta Tendirustiyê bigire heta Wezareta Perwerdeyê, bazirganî, aborî û ewlekarî jî di nav de, biryara avakirina komisyoneke hevbeş hat dan. Tarîx nehat dan, di wan mijaran de dana tarîxekê zehmet e. Lê belê her du aliyan jî rênimayî dan wezaretên xwe. Di şandeya me de têkildarî wê mijarê 6 wezîr hebûn. Serok Barzanî û Serokwezîr Barzanî rênimayî dan. Dê çawan bixebitin? Dê carekê li Hewlêrê û carekê li Enqerê bicivin. Dê serdan werin encamdan, dê biryaran bidin. Ya giring jî ev e ku ew biryar werin cîbicîkirin.
-"Em ji hev cuda nabin"
Eker:
"Ez gelekî hêvîdar im, ev serdan û hevdîtin dê encamên xwe hebin. Em hem cîran in û hem jî bira. Em ji hev cuda nabin. Dema hûn diçin Hewlêrê, hûn hest dikin ku li bajarekî Tirkiyê yî. Weke ku hûn li Diyarbekir, Riha, Mêrdîn û Enqerê bin. Ez di vê baweriyê de me û dizanim jî ku, wextê birayekî me ji Hewlêrê tê Diyarbekir, Enqere yan Stenbol, matmayî namîne. Wisa hest dike, ku gelek carên din hatiye. Di rastiyê de, dema ku hem cîran û hem jî bira bîn, pêwendî pêş dikevin. Li ser daxwaza deyn ji aliyê Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê Eker got: “Ez hejmaran nizanim. Lê belê em dizanin, ku di hin waran de pirsgirêk û kêmasiyên wan hene. Ev mimkun e. Di wan serdeman de, di wan 10 salên dawiyê de û heta îro, her îmkanek hebe, Hewlêrê çi xwestibe, Tirkiye di çarçoveya îmkanên xwe de amade bûye, alîkarî daye. Ew tiştên lawekî ne, çi hewce be, dibe biaxavin û were kirin."
- "Dewleta Kurdan, Tirkiye ye"
Der barê pêvajoya çareseriyê û rewşa heyî de Eker wiha axivî: “Kurd hevwelatiyên me ne. Dewleta Kurdan, Tirkiye ye. Hikûmeta me û partiya me, ji destpêkê ve ti demî , cudahî nexistiye navbera kurdan û tirkan. Pêşxistina demokrasiyê, zêdekirina mafên bingehîn, dê zêdetir hevwelatiyên me razî û dilxweş bike. Ya ku em dixwazin, ev e. PKK vê naxwaze, şer dixwaze. PKK ji xwînê can digire. Her çi qasî ku xwîn birije, wê qasê bihêz dibe. Wisa lê nehatiba, dê 4-5 sal berî niha aramî hatiba. Dê gulên buharê bişikvtina. Dê li Kurdistanê, keç, zilam û hemû xelk, dê her kes bextewer ba. Dê gulên aştiyê bişikvîbana, lê belê wan xwîn rijandin ser wan."
-"Nexwastin pirsgirêk were çareserkirin"
Eker ser 'pêvajoya çareseriyê' ew nirxandin kir:
"Nexwastin ev pirsgirêk bi şêweyeke aştiyane were çareserkirin. Hinekan ji wan re gotin, çekên xwe ji Tirkiyê dernexin. Guhê xwe dane wan. Ew kî ne, her kes dizane. Di Gulana 2013ê de, kê bûn bûyerên Gezi Park a Stenbolê kirine hincet, kê bûn ewên ku cara yekem şûrê xwe derxist, kê ew çadir şewitandin, ew in. Paşê kê bi hinceta Kobanî, bajarên Tirkiyê rûxandin? PKK. Em di serdemek wiha re derbas dibin, ku ji her çar aliyan, kurd, tirk, ereb, ecem, şîe, sunnî û her kesê li Rojhilata Navîn bûye armanc. Kê wan dikuje? Yek DEAŞ e, duyem jî PKK ye. Li Sûriyê jî PYD/YPG ye. Û FETO. Ev jî şirîkê wan e. Bi hev re kar dikin."
-"Hesab û armanca wan yek e"
"Belge hene. Hemû kes dizane, şeva 15ê Tîrmehê PKKê ferman daye endamên xwe û gotiye îşev êrîşê leşkeran nekin. Ji ber ku hesab û armanca wan yek e. PKK jî û rêxistina FETO jî li ser hesabê hêzên navdewletî kar dikin. Li ser navê wan van karan dikin, ne li ser navê kurdan, tirkan û yê xwe. Di vî warî de bi sedan delîl û belge di destê me de hene."
-"Ev 10 sal in gelek kes ji ber zulma PKKê welatê xwe terk kirin"
“Li Diyarbekirê beriya çend rojan dest pê kir. Wezîrek jî çûbû wê derê. Li taxa Fatihpaşayê, ku cihê herî zêde hatibû wêrankirin, projeya yekemîn dest pê kir. Bi giştî dê 35 hezar xaniyên nû bên avakirin. Eger îrade hebe û îmkan jî hebe, dê hikûmet bikare di demeke kurt de ji nûve xaniyan ava bike. Di dema erdheja Wanê ya sala 2011ê de bajêr xira bû lê hikûmetê di demekê kurt de careke din gelek avahî çêkirin. Li Diyarbekirê 6-7 tax ji ber teqînan bi destê PKKê hatibûn wêrankirin. Li wir gelek kesan li ser rûbereke biçûk ji xwe re xanî çêkiribû. Ji bo hemû kes bigihe mafê xwe, dem dixwaze. Ew bajar bajareke kevn e û ez jî ji Diyarbekirê me. Bajarekî xweş û giring e. Sembola bajêrvaniyê ye, ku cîhan hemû jî dizane ka bajareke çawa kevn û delal e. Heta destpêkirina şerê PKKê jî kurd, tirk û mesihiyan di nav de bi aştiyane jiyana xwe derbas dikirin. PKK dibêje bila hemû kes weke min bifikire û hemû kes weke min kar bike. Yên weke wan nafikirin û îradeya xwe naspêrin wan jî ew dibêjin mafê wan ê jiyanê nîne. Ji ber vê êrîş dikin, dikujin û mafê jiyanê nadin. Ji ber vê yekê, berî xelk ji ber zulma dewletê diraviyan lê niha ev 10 sal in gelek kes ji ber zulma PKKê reviyane. Înşallah dê di demsala nû de gelek kes vegerin malên xwe.”
news_share_descriptionsubscription_contact
