Elif Orhan
15 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu di civîna çapemeniyê ya ku di çarçoveya Konferansa Balyozan a 9emîn de li dar xist de axivî.
Çavuşoglu der heqê gotinên Mark Tonerê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYAyê yên wekî bila PYDê jî tevî pêvajoya hevdîtinên aştiyê yên der heqê Sûriyeyê de bikin de ev gotin:
"Naxwe bila Emrîka DEAŞê jî dawet bike. Em bi Rûsyayê re wekî hev difikirin ku DYAyê jî dawet bikin. Me bi Lavrov re xeber da û emê DYAyê jî dawet bikin. Dê li Astanayê be. Em rol û piştgiriya DYAyê jî înkar nakin. Lê bi taybetî hêviya me ji birêvebiriya nû ya DYAyê ev e. Dê wisa jî bimîne. Divê dawî li hevkariya bi rêxistina terorî re bîne. Heke tu rêxistineke terorî dawetî maseyê dikî El Nûsrayê jî dawet bike, DEAŞê jî dawet bike. Ma eletewşiyeke wisa dibe? Mixabin digel ku em ew qas qise kir jî birêvebiriya niha digel ku demek kurt jî maye ji çûna wê re xeletiyên gelekî mezin dike. Di rastiyê de vê jibîr dikin. Tevgerên wan ên wiha, polîtîkayên wan ên bi rastî xelet di civaka Tirkiyê de dibe sedemê birînên mezin. Başkirina van birînên kûr dê wext bigire. Heke beriya çûna bi fikra 'em çiqas zirar bidin baş e' tevdigerin bila qusûrê nenêrin em dixwazin ku bi birêvebiriya nû re têkiliyên xwe xurt bikin. Em dixwazin ku wekî du mitefîqên ku ji hev ewle ne rêya xwe de berdewam bikin. Em di vê mijarê de bihêvî ne, wisa pêş dibînin. Lê belê piştgiriya birêvebiriya niha ya ji bo PKK û YPGê... Çekên ku didin YPGê di destê PKKê de ne."
Çavuşoglu da zanîn ku nayê qebûlkirin ku mitefiqekî girîng ê Tirkiyê û hevkarekî stratejîk piştgirî bide van rêxistinên terorî û got ku "Ji ber wê jî dê li Astanayê YPG tunebe."
- "Divê mixalefeta rastîn hebe"
Çavuşoglu, der heqê gotinên Mark Tonerê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYAyê yên wekî bila PYD jî tevî pêvajoya hevdîtinên aştiyê yên der heqê Sûriyê de bikin destnîşan kir ku armanca YPGê têkoşîna dijî DEAŞê nîne, dabeşkirina Sûriyê ye.
Çavuşoglu destnîşan kir ku cihê rêxistineke terorî ya ku armancên wê yên wisa hene li ser masaya mizakereyê tune û wiha axivî: "Dê çi mizakere bike. Gelo dê bibêje ku 'ez ji axa Sûriyeyê ev qas cî dixwazim, ev qas bidin min, bila cihên ku neft û çavkaniyên din lê ne yên min bin yên din yê we bin."
Çavuşoglu li ser pirsa gelo dê kî DYAyê dawetî pêvajoya Astanayê bike jî da zanîn ku di mijara Sûriyê de bi Rûsyayê re pêvajoyek dan destpêkirin û da zanîn ku pêvajo dijwar be jî berdewam dike.
Çavuşoglu wiha axivî: "Dê kî beşdarî vir be, heta niha em di mijara beşdarbûna NY û DYAyê de wekî hev difikirin. Helbet emê bi hev re dawet bikin. Wek prensîb em piştgirî didinê sazî û welatên ku dê bikarin piştgirî bidin. Ji bo ku bibêjin 'tenê ez jî li wir im' rast nîne ku welatek beşdar bibe yan jî bê dawetkirin. Mixalefet jî divê mixalefeta rastîn be. Divê mixalefeta qaşo nebe."