Sevim Hatun
15 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2017
AZEZ
Hat ragihandin ku, li Sûriyeyê DEAŞa rêxistina terorê bi wesayita bombedagirtî êrîş bir ser yekeyên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ên li el Baba navçeya Helebê, di êrîşê de 12 kes mirin, 30 kes birîndar bûn.
Mensûbên DEAŞa rêxistina terorê bi wesayita bombedagirtî êrîş bir ser yekeyên ASAyê ên li gundê Cûb el-Barazî.
Di êrîşa bibombe de 12 mensûbên ASA mirin, 30 kes birîndar bûn. Hin birîndarên ku rewşa wan giranbû sewqî nexweşxaneyên li Tirkiyeyê kirin.